Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê: Li Îranê 19 kes hatin qetilkirin, bi sedan birîndar hene
Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, di protestoyên li Îranê de 19 kes hatin qetilkirin û bi sedan kes jî birîndar bûn.
Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, di protestoyên li Îranê de 19 kes hatin qetilkirin û bi sedan kes jî birîndar bûn.
Di raporê de hat diyarkirin ku birîndar di navendên binçavkirinê de têne girtin û zarok û ciwan bi zorê têne neçarkirin ku "itirafan" bikin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHRNGO), rapora xwe ya têkildarî protestoyên krîza aborî ku di 28’ê Kanûna 2025’an de li Tehranê dest pê kirin û di roja 8’an de berdewam dikin, eşkere kir. Di rapora ku di malpera fermî ya IHRNGO’yê de hat weşandin de ev îfade hatin bikaranîn: "4’ê Rêbendana 2026’an: Di pêla nû ya protestoyên ku li seranserê Îranê dest pê kirine de herî kêm 19 xwepêşanderan jiyana xwe ji dest dan. Bi sedan kes birîndar bûn û hatin binçavkirin. Li gorî raporên gihîştine ber dest, rayedaran ji bo serkutkirina xwepêşanderan çekên leşkerî û li hin herêman çekên giran bikar anîne. Di 3’yê Rêbendanê de, Rêberê Olî yê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xameneyî, xwepêşander wekî 'serhildêr' û 'ajanên dijmin' bi nav kirin û bi awayekî neyekser fermana mudaxeleya tund da. Di daxuyaniyên ku zextên hêzên Komara Îslamî yên li ser protestoyan şermezar dikin de, hişyarî hat dayîn ku dibe ku rayedar serî li rêbazên tundûtûjiyê yên girantir bidin."
RÊZIKBÛNA KRONOLOJÎK
Tiştên ku roj bi roj qewimîne di raporê de bi vî rengî cih girtin:
28’ê Kanûna 2025’an: Pêla protestoyan a ku li Bazara Tehranê li dijî şert û mercên xirab ên aborî dest pê kir, di demeke kurt de bi slogannên li dijî hikûmetê li herêmên din ên Îranê belav bû. Di hefteya dawî de protesto li seranserê welat herî kêm li 20 parêzgeh û 50 bajaran berdewam kirin.
Di encama mudaxeleya bi çek û rêbazên din ên tundûtûjiyê yên hêzên ewlehiyê de, li 7 parêzgehan herî kêm 19 xwepêşanderan jiyana xwe ji dest dan.
Di 3’yê Rêbendanê de, li navçeya Melîkşahî ya ser bi parêzgeha Îlamê, di encama bikaranîna fîşekên rastî yên ji aliyê hêzên ewlehiyê ve, gelek xwepêşanderan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine girtin, hêzên rejimê cûrbecûr çek, di nav de tivingên AK-47, bikar anîne. Wekî IHRNGO me mirina 5 kesan piştrast kiriye, lê lêkolîn li ser dozên din berdewam dike. Her wiha agahiyên nepiştrastkirî hene ku çekên makîneyî yên tîpa DShK hatine bikaranîn.
Hat ragihandin ku li seranserê welat bi sedan kes birîndar bûne û hatine binçavkirin. Tenê di Girtîgeha Navendî ya Îsfahanê de zêdetirî 150 xwepêşander têne girtin; hin girtî sewqî "odeya 8’an" hatine kirin.
Tê gotin ku gelek girtî birîndar in û birine revîra girtîgehê, di nav wan de kesên temenê wan pir piçûk û di bin 18 saliyê de jî hene.
YÊN JI SERÎ Û PIŞTA XWE BIRÎNDAR BÛNE JÎ DI BINÇAVAN DE NE
Di nav kesên ku piştî birîndarbûnê hatine binçavkirin de, Soroush Azarmehr (16), Payam Aminzadeh (17) û Saman Shahamat (16) ên ku ji serî û pişta xwe ve hatine gulebarankirin jî hene.
Di 3’yê Rêbendanê de nêzî 100 girtî sewqî Girtîgeha Navendî ya Qumê hatin kirin.
Hat diyarkirin ku girtî hemû di saloneke tenê de têne girtin, di nav wan de zarokên di bin 18 saliyê de û bi dehan birîndar hene.
Hat ragihandin ku ji xwepêşanderan Soroush Javidi (17) ji ber windakirina xwînê ya zêde hişê xwe winda kiriye, piştî ku birine revîra girtîgehê nayê zanîn ka tedawiya guncav wergirtiye yan na. Hat diyarkirin ku Javidi di heman rojê de sewqî Girtîgeha Navendî ya Şîrazê ya Adel Abadê hatiye kirin.
Nasnameya 24 xwepêşanderan hat tespîtkirin.
Ji aliyê din ve, medyaya dewletê dest bi weşandina dîmenên "itirafê" yên xwepêşanderên ku nasnameya wan nehatine eşkere kirin, kir. Ajansa Nûçeyan a Fars a ser bi Rejîma Îslamî ya Îranê, itirafên 3 xortên ji Xurremabadê û du keçên 16 û 18 salî yên ji Îsfahanê weşandin.
Tê zanîn ku rayedaran di borî de jî beriya pêvajoya darizandinê dest pê bike, itirafên ku di bin zext û îşkenceyê de hatine girtin weşandine. Ev celeb "itiraf" paşê di dozên ku tê de prensîbên darizandina dadwer têne binpêkirin de, wekî delîl têne bikaranîn.